BBC: Amerîka çend serbazgehên xwe yên li Iraqê vala dike!

Tê gotin ku hêzên Amerîkî “ji ber zêdebûna êrişan” ji sê baregehên serbazî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê vedikişin.

17 Adar 2020

Navenda Nûçeyan – Ajansa BBC ragihandîye, ji ber zêdebûna êrişên mûşekî Amerîka biryar daye hêzên xwe ji sê baregehên xwe yên li Iraq û Herêma Kurdistanê vekişîne.

Li gorî wê raportê, hêzên Amerîkî dê di heyama çend hefteyan de ji serbazgehên Qaîm û Geyare û serbazgeheka Kerkûkê derkevin û dê tenê li 5 serbazgehan de bimînin.

Li gorî agahîyan, artêşa Amerîka dê alavên serbazî yên serbazgeha Qaîm teslîmî artêşa Iraqê bike û dest bi derxistina hêzên xwe ji wê serbazgehê bike.