AFP: Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 1,500,000 Derbaz Kir

AFP: Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 1,500,000 Derbaz Kir

Ajansa nûçeyan ya AFP’ê ragihand ku hejmara pêkêtîyên vîrusa korona ya li seranserê cîhanê 1,500,000 derbaz kirîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyên AFP’ê ji daxuyanîyên fermî yên dewletan û pêzanînên Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) dane ber hev, vîrusa korona heta niha 87,320 kes kuştine.

Ew vîrusa ku di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû li 192 dewletan belav bûye.

Amerîka bi pirtir ji 400,000 pêketîyên vîrusa korona di rêza yekê de ye.

Li temamê Ewrupa 772,000 pêketîyên vîrusa korona hatine tespît kirin û 61,000 kes bi wê jîyana xwe ji dest dane.

Vîrusa korona li Îtalya 17600 kes kuştine û ew bi vê hejmarê li cîhanê li pêş e.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin