Terorîstên Supaya Pasdaran kolberekî kurd kuşt!

Supaya Pasdaran a Îranê ku ji alîyê Amerîkayê va, ketin lîsteya terorê, bi berdewamî kolberên kurd ên li Rojhilata Kurdistanê dikujin.

16 Nîsan 2019

Nûçegihan Mehmed Salih Berdixan li ser hesaba xwe ya tiwîtterê ragihand; doh terorîstên Supaya Pasdaran, li nêzîkî gundê Belesura Jorê ya li herêma Elend a bajarê Xoyê, li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, kolberekî kurd bi guleyan kuşt.