ROJHILAT/ Zilamekî, jina xwe bi kêran kuşt!

Li gundê Cocihî yê girêdayî bajarê Ormîyê yê Rojhilata Kurdistanê, zilamekî, jina xwe bi kêran kuşt.

13 Adar 2019

Dezgeha mafên mirov ya Hengawê ragihandîye, li gundê Cocihî li devera Soma Biradost a bajarê Ormiyê, zilamekî jina xwe bi kêran kuşt.

Navê wê jina ku hatiye kuştin, Mehnaz Hijberî û xelka bajarê Selmasê yê Rojhilata Kurdistanê bûye. Tê gotin ku malbata wê jê re şîn negirtine.

(BasNews)