Li Hewremanê kolberekî 15 salî can da

Hate ragihandin li Hewramana Rojhilata Kurdistanê, kolberekî 15 salî ji çiyê ket û canê xwe ji dest da.

12 Adar 2019

Rewangeha Mafên Mirovan Hengawê ragihand ku doh êvarê li zozana Teteyê ya li Hewramana Sineyê, kolberekî bi navê Efşar Merîwanî, ji ber ku barê wî giran bû, ji çiyê ketiye û jiyana xwe ji dest daye.

Efşar Merîwanî, 15 salî bûye û xelkê Merîwanî bûye.

(BasNews)