Pilana Beşar Esed a li dijî Rojavayê Kurdistanê aşkere bû

Serkirdeyê Artêşa Azad Mistefa Sicrî plana metirsîdar a Serokê Sûriyê Beşar Esed dijî Rojavayê Kurdistanê aşkere kir.

1 Adar 2019

Di rûpela xwe ya twitterê da Mistefa Sîcrî hewla Beşar Esed a rêkeftina ligel Qeter û Tirkiyê belav kiriye.

Mistefa Sîcrî amaje bi wê yekê kiriye ku Îran ji rêkeftina Qeter, Tirkiyê û Sûriyê nîgeran bûye lewre naxwaze Sûriye jî ligel wan welatan kar bike. Herwiha Esed li dijî Îmarat û Erebîstana Siûdiyê dixwaze xwe nêzîkî Qeterê bike.  

Sîcrî daye zanîn ku Beşar Esed bi rêya kanalên taybet peyameke taybet ji Tirkiyê re şandiye û di peyama wî de ev yek hene:

– Jinavbirina desthilatiya kurdî li Rojavayê Kurdistanê

– Parastina sinorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê

– Bi dawîkirina şerê Efrînê ji aliyê Tirkiyê

-Parastina berjewendîyên aborîyên Tirkiyê

– Radestkirina wan kesên Tirkiye dixwaze û li Sûriyê ne

– Parastina berjewendîyen sitratîjîk yên Tirkiyê li nav Sûriyê

– Qerebûkirina kesukarî tevkujiya Reyhanlîyê

Di 11-5-2013an de 3 otomobêl li bajarokê Reyhanliyê yê Hatayê hatin teqandin û di encamê de 150 kes mirin û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Mistefa Sîcrî amaje bi wê yekê kiriye Beşar Esed soz daye Qeterê jî wê piştevaniya Îmarat û Erebîstana Siûdî ya li komên terorê aşkere bike û zanyariyan bide Qeterê.

Ligor Sicrî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyi Erdogan û Qeterê ev plana Beşar Esed red kirine û gotine wê kar bo wê yekê bikin ku divê Beşar Esed li ser Sûriyê nemîne.