Netanyahu û Putînî li hev kir

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn û Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu li ser vekişîna serbazên biyanî ji Sûriyê rêkeftinek kir

28 Sibat 2019

Serokwezîrê Îsraîlê Beymanîn Netanhayû çû Moskowê û digel Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putînî civiya.

Hat ragihandin herdu alî li ser şerê navxweyî ya li Sûriyê gotûbêj kir û biryara pêkvexebatê da.

Li gor vê biryarê herdu aliyên Rûsya û Îsraîlê ji bo vekişîna şervanên biyanî ji Sûriyê, digel welatên din komekê darizînin.

Li gor ahagihên bidestxistî, herdu alî li hev kir ku bo darizandina wê komê, digel welatên din ên ku têkelî vî şerî ne, bilezûbez bicivin.