Li Amedê qezaya hatûçûyê: 22 birîndar

Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanş di qezaya trafîkê de jê yek giran 22 kes birîndar bûn.

13 Sibat 2019

Li navçeya Kayapinarê li taxa Firatê di kuçeya 587emîn de minîbuseke servîsa xebatkaran û otobûseke şaredariyê li hev dan.

 

Otobûsa şaredariyê li dîwarê dibistanekê xist.

 

Di qezayê de yek jê giran 22 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl.