Dewletê, beşa Tirkî ya Rûpela Nû sansur kir!

Sansûra li ser çapemeniyê didome. Bi biryara 3yemîn Dadgeha Sulh Cezayê ya Enqerê beşa Tirkî ya Rûpela Nû hatiye sansurkirin.

23 Çile 2019

rn.jpg

 

Li gor edîtoriya Rûpela Nû ragihandiye, beşa Tirkî ya malpera Rûpela Nû, ku bi salan e li ser nûçeyên seranserê Kurdistanê û cîhanê weşanê dike, doh 22ê Çileya 2019an bi biryara 3yemîn Dadgeha Sûlh Cezaya Enqerê hate sansurkirin.

Malpera Rûpela Nû, wê di beşa Kurdî de weşana xwe bi biryardarî bidomîne.