Li Daqûqê mînek teqiya, xortekî kurd canê xwe ji dest da!

Li devera Daqûq ya Kerkûkê ji ber teqîna mînekê xortekî kurd canê xwe ji dest da.

9 Çile 2019

Îro danê sibê li gundê Mensûr ê bajarokê Daqûqê yê Kerkûkê, mînek bi xortekî kurd de teqiya ku mijûlî çêrandina pezên xwe bû.

Li gorî agahiyan, di encama wê rûdanê de ew xortê kurd ê bi navê Saman Salih Mihemed, di cih de can da.