Li Rojhilatê erd hejiya: 42 birîndar

Doh 6ê Çileyê bi dijwariya 5.9an li nêzîkî bajarê Gelanî Rojawa yê girêdayî Kirmanşanê erdhejekê rû da

7 Çile 2019

Doh 6ê Çileyê bi dijwariya 5.9an li nêzîkî bajarê Gelanî Rojawa yê girêdayî Kirmanşanê erdhejekê rû dabû û ligel dorûbera Kirmanşanê, deverên Xaneqîn, Mendelî, navçeya Germiyan, Kerkûk, Helebçe û Silêmaniyê yên Başûrê Kurdistanê jî hêjiyabûn.

Li gor medya Îranê di encama erdheja doh de, 42 kes birîndar bûne û ziyanên madî çêbûne.