Îdiaya SANAyê: Di êrîşeke Hevpeymaniya Navnetewî de 30 sivîl hatin kuştin

Ajansa SANAyê ya ser bi hikûmeta Sûriyê ve di daxuyaniyekê de ragehand ku, balafirên Hevpeymaniya Navnetewî gundê El Şefa li parêzgeha Dêrazorê bordûman kirin, di encam de 30 welatiyên sivîl hatin kuştin.

30 Mijdar 2018

Li gor ajansa SANA ragehandî piraniya wan kuştiyan jin û zarok bûn.

Herwiha da zanîn ku, berî niha jî û di 26ê meha borî bi dehan welatiyên sivîl ji encama êrîşên hevpeyaniya navnetewî de hatibûn kuûtin.