Li Enqerê polêsan destûra bîranîna Tahir Elçi neda

Li Enqerê, parêzerên Azadîxwaz û Hevçax xwestin li ber Dadgeha Enqerê Tahir Elçiyî bibîr bînin, ji aliyê polêsan ve hatin astengkirin.

28 Mijdar 2018

Bo bîranîna Tahir Elçi ya ku ji aliyê Parêzerên Azadixwaz û Hevçax ve hatibû organîzekirin, gelek parêzer û nûnerên sazî û dezgehên demokratîk li ber Dadgeha Enqerê kom bûn. 

Piştî durişma ‘Tahir Elçi Nemir e’ polêsan destûr neda ev bîranîn pêk were û parêzeran jî li nav avahiya Dadgehê bi berdewamî diruşmên xwe avêtin.