12 çekdarên DAIŞê li Dêra Zorê hatin kuştin

Di encama êrîşeke Hevpeymaniya Navdewletî de, li gundewarê Dêra Zorê, 12 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û di nav wan de serkirde jî hene.

9 Mijdar 2018

Ajanseke ser bi opozisyona Sûryê ve ragihand, di encama êrîşên Hevpeymaniya Navdewletî de, li ser bingeheke çekdarên DAIŞê li bajarê  El-Şef’e li gundewarê Dêra Zorê, 12 çekdarên wê girûpê hatin kuştin û di nav wan de serkirdeyek bi navê Ebû Ews El-Ozbekî hebû û yên din jî xwedî regeznameyên Ewropî û Efrîqî bûn.

Duh jî Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku di encama êrîşeke Hevpeymaniya Navdewletî de, li ser zeviyê Tenek yê petrolê li derdora Dêra Zorê, 20 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.