Li Mûsilê DAIŞê êrîş kir: 21 qurbanî

DAIŞ ji nû ve vejiya. Di encama teqînekê de li Mûsilê 21 kes hatin kuştin û 17 kesên din jî birîndar bûn.

9 Mijdar 2018

Li taxa Mûsila Kevin ku dikeve aliyê rojavayî bajarê Mûsilê teqînek bi rêya otombêleke bombekirî rû da, û ligor amaran 21 kes hatine kuştin û 17 kesên din jî birîndar bûn e.

Çend jêderên leşkerî yên li Mûsilê ragihandin, teqîn li pêşiya xwaringeha Ebû Leyla ya bajarê Mûsilê rû da ye.