Îro Sêşemê 6ê Mijdarê di saet 12:00ê nîvro de, parlamentoya Kurdistanê yekemîn civîna xwe lidar xist.
Naveroka sonda yasayî ya parlamenteran jî bi vî awayî ye: “Sond dixwin bi Xwedayê mezin, ku zêrevaniyê di ber yekîtiya gel û xaka Kurdistan-Iraqê û berjewendiyên bilind ên wê de bikim.”
Her wiha hat ragihandin ku her yek ji serokê lîsteya YNK Qubad Talebanî û serokê lîsteya Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdilwahid, neçûn Perlamentoyê û amadeyî yekem rûniştina gera pêncem nebûn.

