Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin

Serok Mesûd Barzanî bi boneya bidawîbûna erka hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û xelkê Kurdistanê dilxweş kir ku herêm ne di bin ti gefekê de ye.Barzanî spasiya hevpeymaniyan kir ji bo piştgiriya wan…

30 Îlon 2026

Serok Mesûd Barzanî bi boneya bidawîbûna erka hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û xelkê Kurdistanê dilxweş kir ku herêm ne di bin ti gefekê de ye.

Barzanî spasiya hevpeymaniyan kir ji bo piştgiriya wan a di şerê li dijî DAIŞê de û got: “Ez dixwazim gelê xwe yê ezîz ê Kurdistanê dilxweş bikim ku bi tu awayî Herêma Kurdistanê rûbirûyî gefan nabe, û di navbera me û Hikûmeta Federal de hemahengiyeke gelekî baş heye.”

Barzanî her wiha hişyariyeke tund da her aliyekî ku bixwaze aramiya Kurdistanê têk bibe û anî ziman: “Divê her kes bizane ku li Kurdistanê hêzeke têrker ji Pêşmergeyan û fedaîyên welat heye ku ji bo parastina xak û gelê xwe û pûçkirina her gef û êrişekê di amadebaşiyê de ne.”

Wî tekez kir ku parastina seqamgiriyê dê di çarçoveya hevahengiya tam a bi hêzên Iraqî û peymanên dualî de were domandin.