Li Qamişloyê li dijî sînordarkirina Kurdî çalakiyeke mezin tê lidarxistin

Pêla nerazîbûnan a li dijî biryara sînordarkirina waneyên zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê berfirehtir dibe.Tê gotin ku dê îro li bajarê Qamişloyê kombûneke girseyî were lidarxistin.Xwendekar û malbatên wan ên ji seranserê herêma Cizîrê dê beşdarî vê kombûnê bibin.Biryara Wezareta…

22 Îlon 2026

 Pêla nerazîbûnan a li dijî biryara sînordarkirina waneyên zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê berfirehtir dibe.

Tê gotin ku dê îro li bajarê Qamişloyê kombûneke girseyî were lidarxistin.

Xwendekar û malbatên wan ên ji seranserê herêma Cizîrê dê beşdarî vê kombûnê bibin.

Biryara Wezareta Perwerdeyê red dikin

Beşdarên çalakiyê bi yek dengî biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê red dikin.

Ew daxwaza perwerdeyeke temam a bi zimanê dayîkê dikin.

Tê payîn ku ev çalakiya nerazîbûnê saet 11:30an dest pê bike.

Çalakî dê li ber Stadyuma 12ê Adarê ya li Qamişloyê were lidarxistin.

Xelkê 9 bajaran berê xwe dide Qamişloyê

Li gorî zanyariyan, dê xwendekar, mamoste û welatiyên Dêrik, Amûdê, Dirbêsiyê, Çilaxa, Til Temir, Tirbespiyê, Girkê Legê, Hisîça û Qamişloyê bi karwanan herin cihê kombûnê.

Armanca sereke ya vê çalakiyê nîşandana helwesteke yekgirtî ye.

Ew li dijî biçûkxistina pêgeha zimanê Kurdî ya di pergala perwerdeyê de derdikevin.

Çalakvan û amadekarên kombûnê ji Wezareta Perwerdeyê dixwazin ku bi biryara xwe de biçe.

Her wiha daxwaz dikin ku qada perwerdeya bi zimanê Kurdî wekî mafekî bingehîn li dibistanan were berfirehkirin.

Rûdaw