Li Efrînê şervanên YPGê li dizên zeytûnan dan!

Şervanên YPGê li Efrînê li wan çekdarên ku zeytûn didizîn, dan.

31 Cotmeh 2018

YPGê ragihandiye, şervanên wan li gund Goliya yê nahiya Raco ya Efrînê, êrişî wan çekdarên ku zeytûn dizîbûn, kirin.

Li gorî agaihyên YPGê, di wê êrişê de herî kêm 3 çekdarên koma Ehrar El Şerqiye hatin kuştin.

Ji roja ku Efrîn ketiye destê çekdarên Sûrî yên alîgirê Tirkiyê ve heta niha mal û milk û berhemên çandinî yên xelkê Efrînê ji aliyê wan ve tê dizîn û talankirin.