Şandeya Xamineyî li Îraqê bi Serokê Heşdî Şebiyê re civiya

Serokê Heşdî Şebiyê yê Îraqê Falih Feyad bi şandeya ku ji aliyê Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî ve hatibû şandin re civiya.Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Heşdî Şebiyê, Feyad û hinek birêvebirên Heşdî Şebiyê li Bexdayê bi şandeya Xamineyî re civiyane.Şandeyê…

24 Tebax 2026

 Serokê Heşdî Şebiyê yê Îraqê Falih Feyad bi şandeya ku ji aliyê Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî ve hatibû şandin re civiya.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Heşdî Şebiyê, Feyad û hinek birêvebirên Heşdî Şebiyê li Bexdayê bi şandeya Xamineyî re civiyane.

Şandeyê ji ber beşdarbûna merasîmên cenaze û oxirkirina Rêberê berê yê Îranê Elî Xamineyî yê ku di êrişa Amerîkayê de miribû û ji ber helwesta wan, spasiya hikûmet û xelkê Îraqê kir.

Şandeya Îranê kêfxweşiya xwe ya li ser helwesta fermî û ya gel a Îraqê anî zimên.

Şandeyê her wiha ji ber “hevxemî û peyamên sersaxiyê yên Îraqê” jî spasiya wan kir.