Li Xaneqînê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li qezaya Xaneqînê ya ser bi parêzgeha Diyale ve teqînek çê bû û li gorî zanyariyên destpêkê di encama teqînê de kuştî û birînda

30 Cotmeh 2018

Hate ragihandin, teqîn bi rêya bombekê ku li ser rêyekê hatibû danîn, çêbûye.

 

Hate gotin, teqînê ziyaretkarên merasîma Çileya Îmam Hisên kirine armanc.

 

Herwiha hat diyarkirin, li gorî zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de 2 kes hatine kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûne.