Asayîş: Bi 6 dronan êrişî Koye û Şarbajêrê kirin

Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê ya li Silêmaniya amara êrişên bi dronan ên 24 demjimêrên borî belav kir.Li gorî amarê, Koye û Şarbajêr bi 6 dronan hatine armanckirin.Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişan daxuyaniyek belav kir.Di daxuyaniyê de…

28 Tîrmeh 2026

Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê ya li Silêmaniya amara êrişên bi dronan ên 24 demjimêrên borî belav kir.

Li gorî amarê, Koye û Şarbajêr bi 6 dronan hatine armanckirin.

Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişan daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku doh di navbera demjimêr 12:35 û 14:00an de bi 5 dronan êrişî bajarê Koyeyê û derdora wê hatiye kirin.

Asayîşê destnîşan kir ku îro danê sibehê demjimêr 05:20î jî bi dronekê êrişî navçeya Şarbajêrê ya parêzgeha Silêmaniyê hatiye kirin.

Asayîşê li ser zererên van êrişan jî agahî dan û diyar kir ku di êrişan de ti zererên canî çênebûne.

Li gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê, ji destpêka şer ve bi zêdetirî 940 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.