Heta niha 11 hezar malbatên Efrînî vegeriyane warê xwe

Heta îro 11 hezar malbatên Efrînî vegeriyane cih û warên xwe.Encumena Koçberên Efrînî îro bidawîbûna erkên xwe û girtina ofîsa xwe ya li Qamişloyê bi awayê fermî ragihand.Ev biryar piştî wê yekê hat ku pêvajoya vegera koçberên Efrînî ya li…

21 Tîrmeh 2026

Heta îro 11 hezar malbatên Efrînî vegeriyane cih û warên xwe.

Encumena Koçberên Efrînî îro bidawîbûna erkên xwe û girtina ofîsa xwe ya li Qamişloyê bi awayê fermî ragihand.

Ev biryar piştî wê yekê hat ku pêvajoya vegera koçberên Efrînî ya li bo ser cih û warên wan bi dawî bû.

11 hezar malbat vegeriyane

Hevserokê Encumena Koçberên Efrînî Cemal Reşîd diyar kir ku nêzîkî 11 hezar malbatên koçber ên Efrînî, di 9 qonaxan de vegeriyane cih û warên xwe yên resen.

Cemal Reşîd li ser bidawîhatina xebatên saziyê anî zimên:

“Erkên Encumena Koçberên Efrînî, piştî ku karwanê nehem û ya dawî yê koçberan ber bi bajar û gundên wan ve hat birêkirin, bi dawî bûn.”

Koçber li 4 herêman belav bûbûn

Li gorî daxuyaniya Cemal Reşîd, ew koçberên ku berê li herêmên Kobanî, Hisîça, Dêrik û Qamişloyê belav bûn, di 9 qonaxên li pey hev de li deverên xwe yên resen vegeriyane.

Cemal Reşîd destnîşan kir ku Encumena Koçberên Efrînî piştî qonaxeke gelekî dijwar a koçberiyê, xebatên xwe yên taybet ên ji bo vegerandina xelkê bi awayekî serkeftî temam kirine.