Mesrûr Barzanî: Em dê xizmetkariyan bigihînin tevahiya deverên Herêma Kurdistanê

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew dê li ser bicihanîna projeyên avadanî û xizmetkariyê berdewam bin, daku xizmetkarî bigihin hemî dever û pişkên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê.Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 19ê Tîrmeha 2026ê) di…

20 Tîrmeh 2026

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew dê li ser bicihanîna projeyên avadanî û xizmetkariyê berdewam bin, daku xizmetkarî bigihin hemî dever û pişkên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 19ê Tîrmeha 2026ê) di merasîmeka taybet de “Projeya Ava Balinda – Barzan” vekir û xist ber xizmeta welatiyan.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hesabê xwe yê tora civakî ya “X”ê daxuyaniyek weşandiye û tê de hatiye: “Îro me projeyeka stratejîk a avê bo 53 gundên girêdayî sînorê qezayên Mêrgesor, Akrê û Xelîfanê vekir, ku ev proje dê asayîşa ava paqij a deverê bo 20 salên bê misoger bike.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kir ku ew dê li ser bicihanîna van projeyan berdewam bin û armanca wan a serekî ew e ku kar bikin, daku xizmetkariyên bingehîn bigihînin hemî pişkên Herêma Kurdistanê.