Komîsyona NY rapora Sûriyê ragihand: Banga edaletê û çarnevisê girtiyan hat kirin

Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY), serdana xwe ya ku hefteyekê li parêzgehên wekî Hums, Quneytîra, Şam, Heleb, Reqa û Hesekê pêk anîbû bi dawî anî û rapora xwe ya vê serdanê ji raya giştî re ragihand.Komîsyonê…

10 Tîrmeh 2026

Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY), serdana xwe ya ku hefteyekê li parêzgehên wekî Hums, Quneytîra, Şam, Heleb, Reqa û Hesekê pêk anîbû bi dawî anî û rapora xwe ya vê serdanê ji raya giştî re ragihand.

Komîsyonê di navbera 1-7ê Tîrmehê de li gel rayedarên hikumetê, nûnerên civaka sivîl û qurbaniyên binpêkirinên mafên mirovan hevdîtin pêk anîn. Di raporê de pêngavên amadekirina qanûna edaleta veguhêz û destpêkirina dadgehkirinên qonaxa berê bi erênî hatin nirxandin. Lê belê, şandeya NYyê ji ber berdewamiya girtina bi hezaran kesî bêyî lêvegera dadwerî ya zelal fikarên xwe yên kûr anîn zimên û daxwaz kir ku çarenûsa girtiyan bilez bê eşkere kirin û darizandinên dadwerane bên misogerkirin.

Mafê milkiyetê, gotinên nefretê û rewşa li Rojavayê Kurdistanê

Di raporê de, bangeke lezgîn hat kirin ji bo çareserkirina nakokiyên milkiyetê, parastina mafên niştecihên resen û rêgirtina li ber gotinên nefretê.

Komîsyonê bal kişand ser rewşa dijwar a koçberên li kampên Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî Kampa Roj û daxwaza vegera dilxwazî û ewle ya jin û zarokan kir.

Herwiha hat destnîşankirin ku her çiqas rewşa ewlehiyê ya li Efrînê li gorî berê baştir bûye jî, divê hikumeta demkî ya Sûriyeyê vegera bi rûmet a nêzî hezar malbatên koçber hêsan bike. 

Li ser dosyeya Hesekê jî hat ragihandin ku zêdetirî hezar şervanên dîl hatine berdan, lê divê çarenivîs û cihê nêzî 800 kesên din bê eşkere kirin daku hesabpirsîn pêk bê û aramiyeke mayînde di nav saziyan de çêbibe.