Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Zîrek Kemal çalakkirina parlamenê û avakirina kabîneya nû ya hikûmetê wekî pêdivîtiyeke girîng dibîne û daxwazê ji aliyên siyasî dike ku ji nêzîk ve ligel hev dest bi danûstandinan bikin.Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Zîrek Kemal îro…

30 Hezîran 2026

 Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Zîrek Kemal çalakkirina parlamenê û avakirina kabîneya nû ya hikûmetê wekî pêdivîtiyeke girîng dibîne û daxwazê ji aliyên siyasî dike ku ji nêzîk ve ligel hev dest bi danûstandinan bikin.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Zîrek Kemal îro (Sêşem, 30ê Hezîrana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ev rewşa ku niha em tê de dijîn bitirs e û li ser serê hemî aliyan metirsîdar e.”

Zîrek Kemal tekez jî kir: “Ji bo derbazkirina Herêma Kurdistanê, destkeftiyên serhildanê û ezmûna Herêma Kurdistanê ji van metirsiyan, di vê qonaxa metirsîdar de divê em vegerin ser hîkmeta pêkve-karkirinê û diyaloga hevpar.”

Navborî rexne li partî û aliyên siyasî girt, ku çima ji nêzîk ve danûstandinan nakin û bi rêya medyayê peyaman ji hev re dişînin. Wî herwisa got: “Ewqasî ku partî û aliyên siyasî di medyayê de ligel hev diaxivin, ji nêzîk ve nakin, lewma divê danûstandinên li ser medyayê bi dawî bibin û alî li ser bingehên hevpar û nîştimanî pêkve diyalogê bikin.”

Di derheqa çalakkirina parlamenê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî, Zîrek Kemal ragihand: “Divê parlamen bê çalakkirin û hikûmet bê avakirin, daku bikare zêdetir xizmetê pêşkêşî welatiyan bike û bibe rengvedana hilbijartinan.”

K24