Peyama malbata Mocteba û Meysem Weysî bo raya giştî

Malbata Mocteba û Meysem Weysî, du çalakvanên naskirî yên çandî û medenî yên devera Kirmanşanê ku di van demên dawî de ji aliyê hêzên tepeserkar ên rêjîmê Îranê ve hatin şehîdkirin, peyameke vîdyoyî bo raya giştî ya Kurdistanê belav kirin,…

14 Hezîran 2026

Malbata Mocteba û Meysem Weysî, du çalakvanên naskirî yên çandî û medenî yên devera Kirmanşanê ku di van demên dawî de ji aliyê hêzên tepeserkar ên rêjîmê Îranê ve hatin şehîdkirin, peyameke vîdyoyî bo raya giştî ya Kurdistanê belav kirin, û ragîhandin ku Birayên me serbixwe bûn û şehîdên Kurdistanê ne.

Di wê peyama vîdyoyî de, ku li du vîdeoyên cuda de ji aliyê Xwîşa wan şehîdan û Ebdulla Weysî wek birayê mezin ê her du ciwanên nîştimanperwer, rohnkirinekî hewce li ser kar, çalakî, daxwaz, şêwaza karkirin û bîrûbaweriya birayên xwe pêşkêş kirine.

Ebdula û Perî Weysî ragihandin ku Moctaba û Meysem li gorî wan destnivîs û belgeyên ku ji wan mane, kesên bi tevahî serbixwe bûn, ew ne ser bi tu hizb, rêxistin û aliyekî siyasî yê diyarkirî bûn, belku tenê xemxurên axa xwe bûn û bi fermî şehîdên tevahiya Kurdistanê ne.

Malbata wan tekez kir ku ji ber evîndariya zêde ya her du birayên hişyar bo zanist û rewşenbîrî, dixwazin roja şehîdbûna wan bibe roja pirtûk û pirtûkxaneya kurdî, ji bo ku bîranîn û rêbaza wan a çandî her dem bi zindî bimîne.

Moctaba û Meysem Weysî, roja 7ê Cozerdana 1405an, di nav xaniyekî de li gundê Xolekewş ê ser bi Dalaho li parêzgeha Kirmanşanê, bi gulebarana rasterast a hêzên Spaha Pasdaran terorîst û caş û xulamokên rejîmê hatin şehîdkirin.
Kurdistanmedia