Parlamentoya Îraqê kabîneya Elî Zeydî pesend kir

Li Parlamentoya Îraqê ji bo namzedên wezaretên kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê deng hat dayîn.Di dengdanê de kabîneya Elî Zeydî hat pesendkirin û 14 kesan ji bo wezîrtiyê dengên pêwîst bi dest xistin.5 namzedan dengên pêwîst bi dest nexistinÎro bi…

15 Gulan 2026

Li Parlamentoya Îraqê ji bo namzedên wezaretên kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê deng hat dayîn.

Di dengdanê de kabîneya Elî Zeydî hat pesendkirin û 14 kesan ji bo wezîrtiyê dengên pêwîst bi dest xistin.

5 namzedan dengên pêwîst bi dest nexistin

Îro bi amadebûna 270 parlamenterên Îraqê ji bo 19 namzedên wezaretan deng hat dayîn.

Lê belê 5 ji wan namzedan dengên pêwîst bi dest nexistin û nekarîn bibin wezîr.

9 wezaret mane

Li Îraqê 23 wezaret hene.

Li gorî vê encamê, hîn 9 wezaret mane ku wezîrên wan werin hilbijartin.

Ew kesên ku dengên pêwîst bi dest xistin û bûn wezîr ev in:

1- Fuad Husên: Wezîrê Karên Derve

2- Xalîd Şiwanî: Wezîrê Dadê

3- Mistefa Cebar Sened: Wezîrê Ragihandinê

4- Sirwe Ebdulwahid: Wezîra Jîngehê

5- Ebdulkerîm Ebtan Cibûrî: Wezîrê Perwerdeyê

6- Dr. Ebdulhusên Mûsewî: Wezîrê Tenduristiyê

7- Musenna Temîmî: Wezîrê Çavkaniyên Avê

8- Basim Mihemed Xuzeyr: Wezîrê Petrolê

9- Mihemed Kerbûlî: Wezîrê Pîşesaziyê

10- Falih Sarî Ebdaşî: Wezîrê Darayiyê

11- Elî Seid Wehîb: Wezîrê Karebayê

12- Weheb Hesenî: Wezîrê Veguhastinê

13- Mistefa Anî: Wezîrê Bazirganiyê

14- Ebdulrehîm Şemerî: Wezîrê Çandiniyê

Ew namzedên ku dengên pêwîst bi dest nexistin ev in:

1- Qasim Eta: Namzedê Wezareta Karên Navxwe

2- Rêbaz Hemlan: Namzedê Wezareta Avedankirinê

3- Ehmed Ezawî: Namzedê Wezareta Plandananê

4- Amir Xuzaî: Namzedê Wezareta Xwendina Bilind

5- Sefa Kenanî: Namzedê Wezareta Werziş û Ciwanan

Tê payîn ku di rûniştinên bê yên parlamentoyê de, çarenivîsa 9 wezîrên din ên kabîneya Zeydî were diyarkirin.