Nêçîrvan Barzanî û Ebas Iraqçî pêşveçûnên deverê nîqaş kirin

Wezîrê Derve yê Komara Îslamiya Îranê Ebas Iraqçî ragihand ku, wî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re dawî pêşveçûn û guhartinên siyasî û ewlehiyê yên deverê nîqaş kirinSerokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (În, 24ê Nîsana 2026ê) bi rêya…

24 Nîsan 2026

 Wezîrê Derve yê Komara Îslamiya Îranê Ebas Iraqçî ragihand ku, wî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re dawî pêşveçûn û guhartinên siyasî û ewlehiyê yên deverê nîqaş kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (În, 24ê Nîsana 2026ê) bi rêya telefonê bi Wezîrê Derve yê Komara Îslamiya Îranê Ebas Iraqçî re axivî û rewşa deverê nîqaş kir.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî li ser hesabê xwe yê Telegramê belav kiriye ku, di wê peywendiya telefonî de her du aliyan behsa dawî pêşveçûn û guhartinên siyasî û ewlehiyê yên deverê kiriye û dîtin û nerînên xwe li ser pirsên heyî li hev guhertine.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî di peywendiyeke telefonî de guhartinên dawiyê yên siyasî û ewlehiyê yên deverê nîqaş kirin û tekez li ser giringiya parastina aramiya herêmî û pêşxistina peywendiyên dualî kirin.