Serok Barzanî: Bombebarana Qeladizê nîşaneya hovîtiya rejîma berê bû

Serok Barzanî di salvegera bombebarana Qeladizê de peyamek belav kir û ragihand, "Bombebarana Qeladizê nîşaneya eşkere ya siyaseta şoven û hovîtiya rejîma berê ya Îraqê bû."Serok Mesûd Barzanî peyama xwe li ser hesabê xwe yê Xê belav kir.Serok Barzanî diyar…

24 Nîsan 2026

Serok Barzanî di salvegera bombebarana Qeladizê de peyamek belav kir û ragihand, “Bombebarana Qeladizê nîşaneya eşkere ya siyaseta şoven û hovîtiya rejîma berê ya Îraqê bû.”

Serok Mesûd Barzanî peyama xwe li ser hesabê xwe yê Xê belav kir.

Serok Barzanî diyar kir ku bombebarana Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê ya 24ê Nîsana 1974an bûye sedema şehîdketin û birîndarbûna bi sedan welatiyên bêguneh.

Serok Barzanî anî ziman ku ev êriş nîşaneya eşkere ya siyaseta şoven û hovîtiya rejîma berê ya Îraqê ya li dijî welatiyên sivîl ên Kurdistanê bû û got:

“Ew karesata diltezîn di nav rêze tawanên wê rejîmê yên li dijî gelê me de tawaneke din bû.”

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de da zanîn:

“Di salvegera wê tawana mezin de em silavan ji bo şehîdên wê karesatê û hemû şehîdên Kurdistanê dişînin.”

Rejîma Beasê 24ê Nîsana 1974an bi balafirên şer êrişî Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê kir ku ji bo wî bajarî hatibû veguhastin.

Di encama wê êrişê de zêdetirî 100 kesî şehîd ketin û bi sedan kes jî birîndar bûn.