Îranê cardin êrîşî kolberan kir

Hate ragihandin sê kolberên Rojhilatê Kurdistanê rastî êrişa pasdarên Îranê hatin û birîndar bûn.

17 Cotmeh 2018

Dezgeha mafên mirovan a Hengawê ragihandiye, duh li deverên Bane û Pîranşar ên Rojhilata Kurdistanê pasdarên Îranê dîsa êrîşî kolberan kirin.

Li gorî agahiyan, di encama êrişan de kolberek li Banê û du kolber jî li Pîranşarê birîndar bûn. Tê gotin ku birînên wan kûr in.