Xwenîşandanên xwendekarn li bajarên Têhran û Meşhedê de dest pêkirin

Li roja Şemî 21ê Şibatê de ligel destpêkirina dubare ya waneyan li zanîngehan de, xwendekaran li bajarên Têhran û Meşhedê de bi lidarxistina kombûn, mangirtinê û lixwekirina kincên reş, yada xwendekarên şehîdbûyî bi bilind ragirtin.Xwendejarên zanîngeha Emîr Kebîr bi belavkirina…

22 Sibat 2026

Li roja Şemî 21ê Şibatê de ligel destpêkirina dubare ya waneyan li zanîngehan de, xwendekaran li bajarên Têhran û Meşhedê de bi lidarxistina kombûn, mangirtinê û lixwekirina kincên reş, yada xwendekarên şehîdbûyî bi bilind ragirtin.

Xwendejarên zanîngeha Emîr Kebîr bi belavkirina banghêjiyekê ragihandin ku dubare dest bi berxwedanê kirine û durûşma “ev dawî peyam e, armanc tevawiyeta rêjîmê ye”, “îsal sala xwîn e seydelî sernixûn e” dan.

Xwendekarên zanîngeha Şerîf jî kombûna nerizaytîyê lidar xistin û durûşma “azadî azadî”, “heta axund neyê kefenkirin weten nabe weten” dan.

Li zanîngeha Bihiştî de jî xwendekarên zanokoya rewanpizişkî û zanista perwerdehiyê jî yada xwendekarên şehîd bi lidarxistina kombûna vebîraninê bi bilind ragirtin.

Hevdem xwendekarên zanistên pizîşkî ya bajarê Meşhedê jî li hewşa zanîngehê de man girtin û dirûşmên wek “azadî azadî” û “xwendekar bo mafê xwe bike hawar” dan.

Li wan zanîngehan de hêzên tepeserkare rêjîmê hewla bêdengkirin û belavkirina wan nerizayteiyan dan ku rastî berxwedana xwendekaran hatin û şer û levdan li navbera wan d eqewimî.