Bajarekê Amerîkayê Adar wek Meha Çanda Kurdî nasand û piştgiriya xwe bo Rojava nîşan da

Encûmena Bajarê Manassas Parkê yê Wîlayeta Virginiayê ya Amerîkayê di biryareka fermî de meha Adarê wekî “Meha Çanda Kurdî” nasand û dilsozî û piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê nîşan da.Şaredara Bajarê Manassas Parkê yê Wîlayeta Virginiayê…

19 Sibat 2026

Encûmena Bajarê Manassas Parkê yê Wîlayeta Virginiayê ya Amerîkayê di biryareka fermî de meha Adarê wekî “Meha Çanda Kurdî” nasand û dilsozî û piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê nîşan da.

Şaredara Bajarê Manassas Parkê yê Wîlayeta Virginiayê ya Amerîkayê Alana Mensing îro (Çarşem, 18ê Sibata 2026ê) daxuyaniyek parve kir û tê de got ku, encûmena wî bajarî biryar daye ku meha Adarê bi rengekê fermî bike Meha Çanda Kurdî, wekî rêzek ji boqurbanîdan û çanda gelê Kurd.

Di tekista wê biryarê de hatiye gotin, “Ji dema destpêkirina krîza Sûriyeyê ve, barekê giran keftiye ser milên pêkhateya Kurdan, wekî awarebûn, mirin û gefên rêxistinên tundrê, di eynî demê de Kurdan roleka yekalîker di şkandina terorê û pêşvebirina pêkvejiyanê de lîstiye.”

Her di wê daxuyaniyê de hatiye gotin ku, ji ber berdewamiya pevçûnan, nebûna tenahiya siyasî û aloziyên herêmî, hîn jî xeter li ser jiyan, silametî û paşeroja welatiyên Kurd heye, di demekê de ku gelê Kurd berdewam daxwaza xwe ji bo welatîbûna wekhev, parastina mafên mirovan û îtîrafkirina bi nasnameya çandî di çarçoveya Sûriyeyeka tena de nîşan daye.

Li ser wê bingehê, bajarê Manassas Parkê dilsoziya xwe ji bo gelê Kurd nîşan da û piştgirî da berdewamiya bizavên dîplomatîk, gihandina alîkariyên mirovî û diyaloga aştiyane, bi armanca parastina sivîlan û bidestxistina çareseriyeka dadperwerane û berdewam ji bo krîza Sûriyeyê.

 (K24)