Mezlûm Ebdî: Bila Remezan bibe wesîleya vegera koçberên ji Efrîn û Serê Kaniyê

Mezlûm Ebdî ji bo hatina meha Remezanê peyamek belav kir.Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di peyama xwe de daxwaza vegera koçberan û xurtkirina bihevrejiyanê kir.Mezlûm Ebdî di destpêka peyama xwe de meha Remezanê li hemû cîhana…

19 Sibat 2026

Mezlûm Ebdî ji bo hatina meha Remezanê peyamek belav kir.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di peyama xwe de daxwaza vegera koçberan û xurtkirina bihevrejiyanê kir.

Mezlûm Ebdî di destpêka peyama xwe de meha Remezanê li hemû cîhana Îslamê pîroz kir û hêvî kir ku ev meh bibe meha rehmet, aştî û aramiyê ji bo hemû mirovan.

Ebdî di peyama xwe de şehîd û birîndarên şer û malbatên wan bi bîr anîn û rêz li keda wan girt.

Banga ji bo bihevrejiyanê

Fermandarê HSDyê di peyama xwe de bal kişand ser pêwendiyên di navbera pêkhateyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de û banga “xurtkirina ruhê bihevrejiyanê kir.”

Mezlûm Ebdî xwest ku “hemû Sûriyeyî ji gotara kîn û nefretê dûr bikevin û li ser bingeha rêzgirtinê paşeroja xwe ava bikin.”

‘Bila koçber vegerin malên xwe’

Yek ji xalên herî girîng ên daxuyaniya Ebdî vegera koçberan a ser mal û milkên wan bû û hêvî kir ku “ev meha pîroz bibe wesîleyeke xêrê da ku koçberên Efrîn, Serê Kaniyê û hemû herêmên din ên Sûriyeyê di demeke nêzîk de vegerin malên xwe.”

Mezlûm Ebdî peyama xwe bi daxwaza xêr û xweşiyê ya ji bo hemûyan bi dawî kir.