Trump bangî Hemasê kir: ‘Demildest çekan deyne’

Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din bal kişand ser planên navneteweyî yên ji bo aştiya li Xezeyê kir û bangî Hemasê kir ku "demildest çekan deyne."Donald Trump di daxuyaniyekê de ragihand ku ew dê 19ê Sibata 2026an li Washingtonê li…

16 Sibat 2026

Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din bal kişand ser planên navneteweyî yên ji bo aştiya li Xezeyê kir û bangî Hemasê kir ku “demildest çekan deyne.”

Donald Trump di daxuyaniyekê de ragihand ku ew dê 19ê Sibata 2026an li Washingtonê li “Enstîtuya Donald Trump a Aştiyê” bi endamên “Lijneya Aştiyê” re bicive.

Trump da zanîn ku di wê civînê de dê were ragihandin ku welatên endam zêdetirî 5 milyar dolaran wekî alîkariya mirovî û ji bo avakirina Xezeyê terxan kirine.

“Divê Hemas demildest çekan deyne”

Trump diyar kir ku bi hezaran karmend ji bo “Hêza Îstiqrarê ya Navneteweyî” û polîsên xwecihî dê bên dabînkirin da ku ewlehî û aramiya şêniyên Xezeyê biparêzin.

Lê belê Trump destnîşan kir ku mercê sereke yê serkeftina vê pêvajoyê ew e ku “Hemas pêbendî sozên xwe yên ji bo çekdanîna tam û demildest be.”

Plana Amerîkayê û encamên wê

Serokê Amerîkayê behsa dîroka înîsiyatîvê kir û got:

“Me çiriya pêşîna borî ji bo bidawîanîna nakokiyan planek pêşkêş kir ku ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hat pesendkirin.

Vê yekê rê li ber berdana hemû rehîneyan û gihandina alîkariyan a bi lezeke pîvaneyî vekir.”

Trump “Lijneya Aştiyê” wekî saziya navneteweyî ya herî bibandor a di dîrokê de pênase kir.

Trump amaje pê kir ku dîtina wan ne tenê ji bo Xezeyê ye, armanca wan a dawî “aştiya li hemû cîhanê ye.”

Hemas û Îsraîlê 10ê Çiriya Paşîn a par agirbest kiribû.

Hîn li ser qonaxa duyem a agirbestê lihevkirin nehatiye kirin çimkî Îsraîl dixwaze Hemas bê çek be û Hemas jî vê yekê red dike.