Zarokên ku bûn sembola piştgiriya Rojavayê Kurdistanê dibin bergê pirtûkan

Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê ragihand ku wêneyê du zarokên ku sembola niştimanperwerî û hezkirina Kurdistanê ne, dê bikevin ser bergê pirtûkên dersa Kurdî.Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd îro daxuyaniyek da.Alan Heme Seîd di daxuyaniya xwe de…

30 Çile 2026

Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê ragihand ku wêneyê du zarokên ku sembola niştimanperwerî û hezkirina Kurdistanê ne, dê bikevin ser bergê pirtûkên dersa Kurdî.

Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd îro daxuyaniyek da.

Alan Heme Seîd di daxuyaniya xwe de got:

“Me biryar da ku em wêneyê wan her du zarokên ku sembola asteke bilind a niştimanperwerî û hezkirina Kurdistanê ne, bixin ser bergê pirtûkên xwendinê û ji bo sala xwendinê ya bê werin çapkirin.”

Çîroka wan du wêneyan

Yek ji wan wêneyan ê zarokekî du salî ye li Silêmaniyê ku di mîtîngeke taybet a bi piştgiriya li Rojavayê Kurdistanê de alayek li xwe pêçaye û bi memikê devê xwe ve mil bi milê xwenîşanderan li cadeyeke Silêmaniyê dimeşe.

Wêneyê duyem jî yê zarokekî xwedî pêdiviyên taybet e li Hewlêrê ku alayeke Kurdistanê li xwe pêçaye û bi darşikên xwe ve beşdarî mîtîngeke piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê bûye.

Dê li ser bergê kîjan pirtûkan bin?

Li gorî biryara Wezîrê Perwerdeyê, bicihanîna vê biryarê wiha ye:

– Wêneyê zarokê Hewlêrî dê bikeve ser bergê pirtûka Kurdî ya pola şeşem a seretayî.

– Wêneyê zarokê Silêmaniyê jî dê bikeve ser bergê pirtûka Kurdî ya pola yekem a seretayî.

Derbarê armanca vê gavê de, Wezîrê Perwerdeyê amaje bi wê yekê kir ku ev mijar “Wateyeke kûr a li ser perwerdekirina niştimanî ya nifş li pey nifşî heye.”