Parlemana Lokzamborgê spaha pasdaran bi terorîst nas kir

Parlemana Lokzamborgê bi belavkirina daxuyaniyekê da zanîn ku pêka biryarnameya Parlemana Lokzamborgê ku bi dengê “ERÊ” yê tevaviya 60 endamên parlemanê, sipaha pastaran bi terorîst hatiye naskirin û daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê hatiye kirin ku spaha pasdaran bi terorîst nas…

22 Çile 2026

Parlemana Lokzamborgê bi belavkirina daxuyaniyekê da zanîn ku pêka biryarnameya Parlemana Lokzamborgê ku bi dengê “ERÊ” yê tevaviya 60 endamên parlemanê, sipaha pastaran bi terorîst hatiye naskirin û daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê hatiye kirin ku spaha pasdaran bi terorîst nas bike û bo vê yekê karê hewce cîbicî bike.

Pêka vê biryarnameyê, spaha pasdaran a terorîst, bi awayê rasterast li binpêkirina tund a mafên mirovî, bidarvekirinên xoserane, binçavkirinên berfireh, îşkence û tepeserkirina “jinan, gelan û bawirmendên olan, dijberên siyasî” û li tepeserkirina tundîtîj a neraziyan li Îranê, rola bingehîn heye û li çendîn deverên cîhanê de piştevanî li girûpên terorîstî dike û aboriya wan dabîn dike.

Herwisa nûnerên partiyên cuda yên Lokzamborgê bi yekdengî piştevanî li serhildana li Îranê kirine û dane zanîn ku xelkê Îranê li durûşmên xwe de herdu dîktatoriyên şahî û olî, red kirine.