Keçeke kurd li Brîtanya bi kêrê hate kuştin!

Keçeke kurd a başûrê Kurdistanê li Brîtanyayê bi kêrê hate kuştin.

6 Cotmeh 2018

Li gor BasNewsê Îro 06.10.2018ê polîsê Brîtanyayê ragehandiye, termê keça kurd Afan Necmedîn a 32 salî li mala xwe ya li bajarokê Fentonê ya ser bi bajarê Stoke On Trent hatiye kuştin.

Çapemeniya herêmî behs dike ku sê kes ji ber tometa kuştina Avan Necmedîn bi kêrê hatine girtin.