PWK beşdarî çalakiya avabûna Komara Kurdistan li Mahabad û şermezarkirina Êrîşên Helebê û Îranê bû

Îro ji alî civata Kurd li du bajarên Holanda çalakî çalakî hatin lidarxistin.Li bajarê Lahey/Den Haag, ji alî Partiya Demokrata Kurdistana Îran (PDKÎ), 80 saliya avabûna Komara Kurdistan li Mahabad hat pîrozkirin. Partiyên Kurdistanî yên her çar beşên Kurdistan û…

18 Çile 2026

Îro ji alî civata Kurd li du bajarên Holanda çalakî çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarê Lahey/Den Haag, ji alî Partiya Demokrata Kurdistana Îran (PDKÎ), 80 saliya avabûna Komara Kurdistan li Mahabad hat pîrozkirin. Partiyên Kurdistanî yên her çar beşên Kurdistan û bi taybetî partiyên Kurd û yên Îranî yên Rojhilatê Kurdistanê beşdarî civîna bîranînê bûn.

Bi sirûda Ey Reqîp û xulekek rawestan jibo şehîdên Kurd û Kurdistan civîn dest pêkir. Tevlî axaftvanan, nûnerên partî û rêxistinên Kurdistanî jî peyamên xwe pêşkêş kirin. Heyetek Partiya Welatperwerên Kurdistanê ku ji alî Serokê PWK Ewropa M. Baran Boskan û rêvebirên PWK-Hollanda jî beşdarî civînê bûn.

Li bajarê Arnhem jî girseyek ji çar perçeyên Kurdistanê, hemî patiyên Kurd û endamên PWK beşdarî numayiş û şermezarkirina êrîşên Helebê û Îran û Rojhilatê Kurdistanê bûn. Piştî Ey Reqîp û rêzgirtina şehîdên Kurdistanê; durişma “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e!” hat avêtin. Bi axaftinên beşdaran di derbarê êrîşên li ser taxên Kurdan li Helebê û yên dewleta Îran li dij gelên Îran û gelê Kurd agedarî hatin dan û hukumetên êrîşkar û hevkarê wan hatin şermezarkirin.

PWK-Hollanda

rbt