Parêzgarê Duhokê ji bo Leyla Zana: Ew ji bo me çavkaniya serbilindiyê ye

Parêzgarê Duhokê Elî Tatar, di peyama piştgiriyê de ku ji siyasetmedara Kurd Leyla Zana re şandiye, got, "Ew ji bo me çavkaniya serbilindiyê ye."Elî Tatar di derbarê êrîşa nijadperest a li dijî Leyla Zana de peyamek parve kir.Di peyama xwe…

24 Kanûn 2025

 Parêzgarê Duhokê Elî Tatar, di peyama piştgiriyê de ku ji siyasetmedara Kurd Leyla Zana re şandiye, got, “Ew ji bo me çavkaniya serbilindiyê ye.”

Elî Tatar di derbarê êrîşa nijadperest a li dijî Leyla Zana de peyamek parve kir.

Di peyama xwe de, wî got, “Her Kurdek welatparêz ji bo me çavkaniya serbilindiyê ye.”

Di maça di navbera Bursaspor û Somasporê de di 16ê Kanûnê de, alîgirên Bursasporê dirûşmeyên ku siyasetmedara Kurd Leyla Zana hedef digirtin qîr kirin.