COLEMÊRG – Pezkoviyek kuşt, nêzîkî milyonek lîre ceza xwar

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, kesekî ku pezkoviyeke di bin parastinê de nêçîr kiribû, ji aliyê tîmên Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî (DKMP) ve hat girtin.Li wî nêçîrvanî cezayê pereyan û tezmînateke rekor hat birîn.Tîmên Birêvebiriya Giştî ya DKMPyê…

20 Kanûn 2025

 Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, kesekî ku pezkoviyeke di bin parastinê de nêçîr kiribû, ji aliyê tîmên Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî (DKMP) ve hat girtin.

Li wî nêçîrvanî cezayê pereyan û tezmînateke rekor hat birîn.

Tîmên Birêvebiriya Giştî ya DKMPyê di çarçoveya çalakiyên parastin û kontrolê yên li deverên çiyayî de, nêçîrvanek li gel pezkoviya ku wî nêçîr kiribû girt.

956 hezar û 619 lîre ceza

Li gorî daxuyaniya Birêvebiriya Giştî ya DKMPyê, ji ber vê kiryarê li nêçîrvan bi giştî 956 hezar û 619 lîre (nêzîkî 27 hezar dolar) cezayê îdarî û tezmînat hat birîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Tîmên me yên ku li deverên çiyayî yên Colemêrgê xebatên parastin û kontrolê dimeşînin, kesekî bi pezkoviyeke nêçîrkirî re girt.

Li gorî mevzuata pêwendîdar, bi giştî 956 hezar û 619 lîre cezayê pereyan û tezmînat li wî kesî hat sepandin.”