Rûsya dikare bi S300ê qada asimanî ya Sûriyê bigre

Piştî xistina balafira Rûsyayê ji aliyê Sûriyê ve, Rûsya biryar da ku sîstema S-300 ya parastina hewayî bişîne Sûriyê û Rûsya bi rêya S-300ê ku bixwaze wê bikaribe qada asîmanî ya Sûriyê bi temamî bigre.

27 Îlon 2018

Wezareta karên derve ya Rûsyayê ragihand ku dê sîstem ne dijberiyê lê aramî û îstîqrarê bîne herêmê.

Medya Sûriyê jî ragihand ku serokê dewleta Sûriyê Beşer Esed li ser sîstema S-300 bi Putin re hevdîtinan kiriye. Çapemeniya Sûriyê dibêje: “Rûsya plan dike ku sîstema asîmanî ya parastina Sûriyê xurt bike.”