Mazlûm Ebdî: Em dixebitin ku xelkê Efrîn, Kobanî, Serêkaniyê û Girî Spî vegerînin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ragihand ku ew niha di danûstandinên ligel Şamê de, hewl didin hemû xelkê resen ê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi awayekî rûmet vegerînin cih û warên wan.Ebdî ji medyaya Rojavayê…

22 Cotmeh 2025

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ragihand ku ew niha di danûstandinên ligel Şamê de, hewl didin hemû xelkê resen ê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi awayekî rûmet vegerînin cih û warên wan.

Ebdî ji medyaya Rojavayê Kurdistanê re da xuyakirin ku hemû ciwanên Rojavayê Kurdistanê yên beriya niha di nav HSD û Asayîşê de cî girtine û ji ber hin sedeman neçar bûne derkevin derveyî Sûriyeyê jî êdî dikarin vegerin û ciwan dikarin vegerin ser erkên xwe yên berê.

Ebdî destnîşan kir ku ew niha li ser dixebitin ku di demeke herî zû de gelê Kobanî, Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî yên vegerînin ser cih û warên wan.