Serok Barzanî pêşwaziya şandeyeke bilind a ENKSyê kir

roja Çarşemê, 15ê Cotmeha 2025an, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li şandeyeke bilind a Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) kir. Şandeya mêvan ji sekreterên partiyên siyasî yên di nav ENKSyê de pêk dihat.Di civînê de, rewşa siyasî…

16 Cotmeh 2025

 roja Çarşemê, 15ê Cotmeha 2025an, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li şandeyeke bilind a Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) kir. Şandeya mêvan ji sekreterên partiyên siyasî yên di nav ENKSyê de pêk dihat.

Di civînê de, rewşa siyasî ya herêmê û geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bi hûrgilî hatin gotûbêjkirin û danûstandina bîr û ramanan li ser van mijaran hate kirin.

Serok Barzanî di hevdîtinê de bal kişand ser rewşa gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û tekezî li ser giringiya yekrêziya di navbera aliyên siyasî yên Kurdî de kir.

Herweha, Serok Barzanî daxwaz kir ku hemû aliyên Kurdî ji bo bihêzkirina bingehên aştiya civakî û pêkvejiyana di navbera Kurd, Ereb û pêkhateyên din ên Sûriyeyê de bi awayekî aktîf bixebitin.