Di 20 rojan de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 164 kes hatin îdamkirin

Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ku ji aliyê girtiyên siyasî yên li girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 90emîn de daxuyaniyek belav kir.Kampanyayê ragihand ku veguhestina girtiyên siyasî yên jin ji girtîgeha Qerçek a…

15 Cotmeh 2025

Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ku ji aliyê girtiyên siyasî yên li girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 90emîn de daxuyaniyek belav kir.

Kampanyayê ragihand ku veguhestina girtiyên siyasî yên jin ji girtîgeha Qerçek a ji bo girtîgeha Evîn dewam dike.

Hate gotin ku dema girtî têne veguhestin rûbiruyî tundiyê tên û hate gotin: “Jinên ku dijî kuştina Sumeye Reşîd dest bi nerazîbûnê kirine, niha ji pêdawîstiyên xwe yên bingehîn bêpar hatine hiştin û rewşa wan gelek xirabe. Ev yek binpêkirina mafê mirovane.”

Kampanyayê eşkere kir ku di nava 20 rojên borî de 164 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.

Herwiha bang li civaka navnetewî û azadîxwazan hate kirin ku dijî darvekirinen xwedî helwest bin.