Partî: Qedexekirina xwendina Kurdî li Efrînê binpêkirina mafên çandî û neteweyî ye

Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (Partî) di ragihandinekê de biryara Hikûmeta Sûriyê ya qedexekirina xwendina zimanê Kurdî li Efrînê û deverên din ên Kurdistanî yên Rojavayê Kurdistanê şermezar kir. Tekez jî kir ku, biryara Hikûmeta Şera ji…

30 Îlon 2025

Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (Partî) di ragihandinekê de biryara Hikûmeta Sûriyê ya qedexekirina xwendina zimanê Kurdî li Efrînê û deverên din ên Kurdistanî yên Rojavayê Kurdistanê şermezar kir. Tekez jî kir ku, biryara Hikûmeta Şera ji bo piştguhxistina xwendina Kurdî berevajî dirûşmên şoreşa Sûriyê ya ji bo azadî û wekheviyê ye.

Ev jî peyama Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (Partî) ye:

Daxwuyanî derbarê qedexekirina xwendina zimanê kurdî li Efrînê, Serêkanîya û Girê Spî. 

 

Ev biryar ji aliyê Rêveberiya Demkî ya bi serokatiya Ehmed El-Şerih bi sekinandina xwendina bi zimanê kurdî li Efrînê û hemû deverên kurdî ku pêşveçûneke metirsîdare û nîşaneke nebaş e  li ser pêşeroja mafên gelê kurd li Sûriyê

herwiha binpêkirina li der heqê mafê kulturî û neteweyî ku hatîye pesendkirin ji yasaya neteweyî.

Zimanê kurdî ne tenê ji bo fêrbûnê ya lê ew cewhera nasname û stûneke bingehîn ne ji stûnên hebûna netewî ya gelê Kurd li Sûriyê, û tunekirina vê mafê dê nîşana tunekirina hebûna kurdan û rola wê ya dîrokî di avakirina Sûrîyê.

Ev mafên herî kêm ku derbas kirina zimanê kurdî di nav rêbazên xwendinê û hînkirina wê di dibistanan de û, peymangeh û zanîngehên yên taybet, ji ber tekezkirina nirxên pêkvejîyanê û îtirafa hevbeş û destûra Sûriyê wê tekezî dike. Paşveçûna ji van destkeftên îro, tê xwendin wekî peyamek dûrxistin û tunekirina û têk birine avakirina dewleteke demokratîk, piralî û federal. 

Ji vê yekê El-Partî pirseke girîng ji desthilata El-Şerih dike? 

Eger mafê herî kêm a kulturî ya gelê Kurd were tunekirin, çewa e li ser îtîrafa bi mafên siyasî û destûrî di pêşeroja Sûriyê de?

Çewa destûreke ku wekhevîya ava bike û heman demê dûrxistina yek ji zimanên niştimanî ji dibistanên wê.

Em weke El-Partî tekez dikin ku danpêdana bi zimanê kurdî wek zimanekî fermî li kêleka zimanê Erebî li herêmên kurdî û bicîhanîna wê di nava rêbazên niştimanî ku nîşan rasteqîne ji bo her projeyeke niştimanî Sûrî, Em daxwaz dikin ku ev biryar were vegerandin û çespandina zimanê kurdî li dibistanan, ku dibe gaveke yekem di avakirina baweriya û nîşaneke ku divê Sûriyê pêşeroj welatekî demokratîk û federal ku hemû welatîyên xwe li ser bingeha azadiya, edalet û rûmetê bicîh bike.

 

Komîta navendî ya Partîya Demokrata kurd li Sûriyê ( El-Partî)  

29 /9 / 2025‪