Wezîrê Alman: Em ê bersiveke bihêz bidin Rûsyayê

Wezîrê Derve yê Almanyayê Johann Wadephul, ji bo êrîşên bi balafirên bêmirov ên Rûsyayê li ser qada hewayî ya Polonyayê got ku ev bêbersiv namîne û reaksiyon wê bi awayekî xurt û eşkere bê nîşandan.Wezîr Alman di civîna NATO ya…

11 Îlon 2025

 Wezîrê Derve yê Almanyayê Johann Wadephul, ji bo êrîşên bi balafirên bêmirov ên Rûsyayê li ser qada hewayî ya Polonyayê got ku ev bêbersiv namîne û reaksiyon wê bi awayekî xurt û eşkere bê nîşandan.

Wezîr Alman di civîna NATO ya Brukselê de diyar kir ku Rûsyayê bi van êrîşan zêdekirina aloziyan qebûl kiriye û divê bersivek zelal û xurt ji wan re bê dayîn.

Wadephul da zanîn, ew ê ji bo vê yekê bi hevalbendên xwe yên di nava NATOyê de, li ser mijara Ewlekariya Ewropayê, bi taybetî jî bi Polonyayê re, li gorî xala 4. ya Peymana NATOyê, diyalog û şêwirê bidomînin.

Wezîrê Alman da xuyakirin, “Armanc ew e ku Rûsya bizane, heke êrîş li ser xaka endamekî NATOyê were kirin, NATO dê bi hemû hêza xwe tevbigere û bertek nîşan bide.”