Bafil Talebanî ji PDKê re: Divê em bi hev re kar ji bo bihêzkirina Herêmê bikin

Serokê YNKê Bafil Talebanî îro 16ê Tebaxê di peyama xwe de pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî Serok Barzanî, cîgirên Serokê PDKê, endamên serkirdatiyê û tevahiya cemawerê Partiya Demokrat a Kurdistanê kir.Di peyamê de, Serokê YNKê tekezî li ser girîngiya hevahengî…

17 Tebax 2025

Serokê YNKê Bafil Talebanî îro 16ê Tebaxê di peyama xwe de pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî Serok Barzanî, cîgirên Serokê PDKê, endamên serkirdatiyê û tevahiya cemawerê Partiya Demokrat a Kurdistanê kir.

Di peyamê de, Serokê YNKê tekezî li ser girîngiya hevahengî û tebayî di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de, ligel hemû hêz û aliyên din ên siyasî yên Kurdistanê, kir.

Di dawiya peyama xwe de, Bafil Talebanî amaje bi armanca vê hevahengiyê kir û got, ev yek “ji bo karê hevbeş, cîbicîkirina erkên niştimanî û çarenivîssaz, bihêzkirina qewareya me û baştirkirina jiyana xelkê me yê xweşewîst e.”