PWK: Em êrîşa ku li Rêzdar Mîr Hazim Tehsîn Beg hatîye kirin şermezar dikin

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), êrîşa fizîkî ya li ser Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzidiyên Kurdistan û cîhanê, bi tundî şermezar kir.Daxuyaniya PWKê wiha ye:Em êrîşa ku li Rêzdar Mîr Hazim Tehsîn Beg hatîye kirin şermezar dikinLi bajarê Berlîn a…

6 Tebax 2025

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), êrîşa fizîkî ya li ser  Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzidiyên Kurdistan û cîhanê, bi tundî şermezar kir.

Daxuyaniya PWKê wiha ye:
Em êrîşa ku li Rêzdar Mîr Hazim Tehsîn Beg hatîye kirin şermezar dikin

Li bajarê Berlîn a paytextê Almanyayê, kesekî êrîşeke fizîkî birîye ser  Rêzdar Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzdîyên Kurdistan û cîhanê û Serokê Civata Ruhanî ya Êzdîyan.

Em vê êrîşê û wê bêrêzîyê şermezar dikin.

Êzdî kurdên resen in û dê tu kes û alî nikaribin nasnameya kurdî ya êzdîyan tune bihesibînin.

06.08.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)whatsapp-image-2025-08-06-at-11-18-22.jpeg