Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî tîmên Dihok û Zaxoyê pîroz kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî tîmên futbolê yên Dihok û Zaxoyê pîroz kirin.Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber ku tîmên Dihok û Zaxoyê gihîştin maça dawî ya Kupaya Îraqê pîrozbahî li wan kir û got,…

13 Tîrmeh 2025

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî tîmên futbolê yên Dihok û Zaxoyê pîroz kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber ku tîmên Dihok û Zaxoyê gihîştin maça dawî ya Kupaya Îraqê pîrozbahî li wan kir û got, “Her du tîm û lîstikvanên wan cihê şanaziyê ne.”

Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de ji bo her du tîman anî ziman:

“Ji dil û bi germî pîrozbahiyê li tîmên futbolê yên Dihok û Zaxoyê dikim ku bi ser ketin û gihîştin maça dawî ya Kupaya Îraqê.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ku li ser tora civakî ya Xê belav kiriye nivîsî:

“Herdu tîm û hemû yarîzanên wan cihê şanaziyê ne, destxweşiyê li wan dikim û hêviya serkeftina berdewam ji wan re dixwazim.”